• DOLAR 32.219
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2425
  • ...
Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê: Xetereya belavbûna şobê nemaye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneyeke ku Fazil Mîranê endanê Polîtburo yê Partîya Demokratîk a Kurdistanê jê re pêşîvantî dikir îro li Hewlêrê bi Dr. Saman Berzencîyê Wezîrê Tenduristîyê ya Kurdistanê re hevdîtin kir.

Lijneya PDKê ji Dr. Saman Berzencîyê Wezîrê Tenduristîyê ya Kurdistanê re ji ber hewldanên ku di pêvajoya Coronavîrusê de hatine nîşandan teşekkur kir.

Piştî ziyaret û hevdîtina ku hat kirin re Dr. Saman Berzencîyê Wezîrê Tenduristîyê ya Kurdistanê daxuyanîyek da. Berzencî di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de wisa got: “Ez dikarim bibêjim ku di warê Coronavîrusê de Herêma Kurdistanê di rewşeke baş de ye. Xetereya belavbûna şobê nemaye û waqa hatin xistin bin kontrolê. Ji bo di jiyanê de asayîbûn destpê bikin ew  bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtinê dikin.Lê divê dîsa welatî li gorî hişyarîyên Wezareta Tenduristîyê hereket bikin.”

Li Herêma Kurdistanê waqaya ewil di 1ê Adarê de li Silêmanîyê hat tespîtkirin û li gorî daneyên ku hatine parvekirin heta niha 391 kes bi vîrusê ketin û ji van 5 kes canê xwe ji dest dan, 366 kes baş bûn û tedawîya 20 kesan kî li nexweşxanê berdewam dike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir