Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 478an
Ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 179 kesên din jî mirin.
![Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 478an](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/jC4oTHLT_LTEuNsD-BJkD2Hk6yQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/19/li-ispanyaye-hejmara-kesen-ku-ji-ber-coronaviruse-mirin-derket-26-hezar-u-478an-989d0977.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 478 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 179 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 26 hezar û 478an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 262 hezarî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, heta niha 173 hezar û 157 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)