Li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 31 hezarî
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 316 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 31 hezar û 587 kesan.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 316 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 31 hezar û 587 kesan.
Tê diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 215 hezarî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 13 salî jî heye.(ÎLKHA)