Li Rûsyayê di 24 seatên dawî de 104 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Di encama testên ku hatin kirin de li Rûsyayê di 24 seatên dawî de 104 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 1827an.
Tê diyarkirin bi 10 hezar û 817 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 198 hezar 676 kesî.
Ev bû 6 roj ku li Rûsyayê rojane zêdetirî 10 hezar kes bi Coronavîrusê dikevin.
Li gorî agahîyên heta îro hezar û 827 kes ji ber Coronayê mirin.(ÎLKHA)