Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa Kazimî kir.
Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî derbarê hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir: “Hêviya serkeftinê ji Mustefa Kazimî re dixwazim, di erkê xwe ya nû de bo vegerandina ewleh û aramiyê ji welat re.”
Herwiha di beşeke din a peyama xwe de Barzanî destnîşan kir: “Xwazyar im bikare pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bihêz bike û pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin, careser bike”(ÎLKHA)