• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 70î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 25 hezar û 70 kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 213  kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 25 hezar û 70î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin  derket li ser 256 hezarî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, heta niha 163 hezar û 919 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir