Ji 103 welatî zêdetirî 65 hezar welatîyên Tirkîyê hatin anîn
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê heta niha ji 103 welatî zêdetirî 65 hezar welatîyên Tirkîyê hatin anîn.
Wezîr Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber şoba Coronavîrusê heta niha li derveyî welêt 473 welatîyên Tirkîyê canê xwe ji dest dane.(ÎLKHA)