• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Îranê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin û baş bûn derket 79 hezar û 397 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6165an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 98 hezar û 647an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  74 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6151 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  98 hezaran û 647an.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir