• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 64 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezar û 614 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 127 hezar û 659 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Di 24 seatên dawî de dîsa hejmara kesên ku baş bûn ji yên ku pêdikevin zêdetir e.Digel ku li gorî doh hejmara testên ku hatin kirin 11 hezar zêdetir bin jî hejmara kesên pêketî yên nû dîsa kêm in.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir