• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
NY: Ji destpêka sala 2020î vir ve li Yemenê 110 hezar kes bi kolerayê ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Yemena ku lê însanan bi xela, hişkesalî û nexweşîyên cûrbecûr re rû bi rû mane her ku diçe rewşa xerabtir û nebaştir dibe. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nexweşîya kolerayê her ku diçe tesîra xwe ya li ser însanan zêde dike.

Derbarê şoba ku li Yemenê her ku diçe tesîra xwe zêde dike de ji teref Ofîsa  Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji destpêka sala 2020î vir ve li Yemenê 110 hezar kes bi kolerayê ketin, nexweşî di meha Çileyê de dest pê kirine û ew ê heta meha Tebaxê berdewam bike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir