Li Amerîkayê di 24 seatan de 1978 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonekî û yên mirîyan jî 63 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 63 hezar û 972 kes mirin û bi milyonek û 99 hezar û 275 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 65 hezar kesên din jî bimirin.(ÎLKHA)