• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Tirkîyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 3258an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 188 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 122 hezar û 392 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara kesên ku di 24 seatên dawî de baş bûne ji yên ku pêketine 2,25 qet zêdetir e. Hejmara kesên ku baş bû derket 53 hezaran. Hejmara kesên nexweş ên di lênerîna awarte de kêm dibin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir