Avrupa Yetim Eli li Rihayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir
Avrupa Yetim Eliya ku li çar alîyên cîhanê xebatên alîkarîyê dike û diçe bi hawara êtîm û jaran di meha Remezanê de jî xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.
Komele vêcarî li Rihayê ji kesên muxtac re alîkarî kir.
Derbarê xebata alîkarîyê ya ku hat kirin de ji teref Bekîr Bulutê Temsîlkarê Rihayê yê Avrupa Yetim Eliyê daxuyanîyek belav kir.
Bulut di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "Me li Rihayê ji ber minasebeta meha Remezanê ji malbatên feqîr û êtîm re alîkarîya xurek û erzaqê kir. Ji bo ev alîkarî berdewam bikin em li benda alîkarîyên xêrxwazan in."(ÎLKHA)