• DOLAR 32.66
  • EURO 35.149
  • ALTIN 2444.366
  • ...
Cîhanpur: “Li Îranê heta niha 72  hezar û 493 kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5650an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 89 hezar û 328an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  76 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5877 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  92 hezaran û 584an. Li Îranê heta niha 72 hezar û 493 kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir