Li Erebistana Siûd ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 152yan
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya rejîma Siûdî ve hatiye belavkirin ji ber Coronavîrusê 8 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 152 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi 1266 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 20 hezar û 77 kesan.(ÎLKHA)