• DOLAR 34.195
  • EURO 38.171
  • ALTIN 2917.007
  • ...
Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 99 kesên din canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 99 kesên din jî ji ber şobê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 805 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 357 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û bi başbûna 3 hezar û 558 kesên din hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 29 hezar û 140 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de destnîşan kir “Îro 30 hezar test hatin kirin. Di 20 rojên dawî de hejmara waqayan ket asta herî hindik.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir