• DOLAR 34.259
  • EURO 37.661
  • ALTIN 2914.38
  • ...
Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 106 kesên din canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 106 kesên din jî ji ber şobê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 706 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 861 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û bi başbûna 3 hezar û 345 kesên din hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 25 hezar û 852 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de destnîşan kir,  di 24 seatên dawî de 3 hezar û 485 kesên din baş bûn û bi 2 hezar 861 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkiirn. Hejmara kesên ku baş bûn derket li ser 25 hezarî. Rêjeya pozîtîf derketina testan kêm dibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir