Li KKTCê ev bû 5 roj ku waqaya nû ya Coronavîrusê nehatîye tespîtkirin
Serokwezîrê KKTCê Ersîn Tatar derbarê şoba Coronavîrusê de destnîşan kir, li KKTCê ev bû 5 roj ku waqaya nû ya Coronavîrusê nehatîye tespîtkirin.
Tatar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, piştî ku Coronavîrusa ewil hat tespîtkirin re ew seferên xwe yên balafirê temam dane sekinandin û di warê seyahatên din de jî qedexe anîne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Li KKTCê ev bû 5 roj ku waqaya nû ya Coronavîrusê nehatîye tespîtkirin. Niha 7 kes li nexweşxanê di bin çavdêrîyê de ne."(ÎLKHA)