Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 700 hezarî
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 700 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/GNlLYAAhU58V7AOj85JgIGMW37U=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/17/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-2-milyon-u-700-hezari-321040f8.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 2 milyon û 700 hezarî bi vîrusê ketin û 191 hezar û 187 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê 50 hezar û 372 kes mirin û bi 890 hezar û 27 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin. (ÎLKHA)