• DOLAR 32.715
  • EURO 35.323
  • ALTIN 2448.212
  • ...
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber şobê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 491 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 116 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û bi başbûna 2 hezar û 14 kesên din hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 18 hezar û 491 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de destnîşan kir,  îro ji doh çêtirtir e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir