Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 500 hezarî
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 2 milyon û 500 hezarî bi vîrusê ketin û 171 hezar û 249 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêkerine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê 24 hezar û 114 kes mirin.(ÎLKHA)