• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 123 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 123 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 140 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 4 hezar 674 kesan re Coronavîrusê hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket  90 hezar û 980î.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " 1454 nexweşên me yên din  jî baş bûn. Divê em herî kêm wek vîrusê bi israr bin. Em ê vê herbê bi hewldanên artêşa xwe ya tenduristîyê û bi tevdîrên ku hatine standin qezenc bikin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir