Li Efxanistanê êrîş li qereqola leşkerî hat kirin: 17 mirî
Hêzên Talîbanê li Xoce-î Gara navçeya Tahara parêzgeha Efxanistanê êrîş bir li ser qereqola leşkerî.
Di encama êrîşa ku hat kirin de 17 hêzên ewlehîyê mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de êrîşa ku hatiye kirin hat teyîdkirin.(ÎLKHA)