Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 400 hezarî
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 400 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/duJE7qavSdkJiK_YnPnI7Sb1T8A=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/17/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-2-milyon-u-400-hezari-2bace93e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 2 milyon û 407 hezar û 341 kes bi vîrusê ketin û 165 hezar û 69 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêkerine jî herî zêde li Amerîkayê ye.(ÎLKHA)