Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 121 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan derket 1890î
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 121 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 1890î.
![Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 121 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan derket 1890î](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Jdc5qUUaZL6iuhl1wXmh374HLMI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/16/li-tirkiye-ji-ber-coronaviruse-121-kesen-din-ji-mirin-u-hejmara-miriyan-derket-1890i-3fa75b51.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di encama testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 783 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 82 hezar û 329 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn derket li ser 10.000î.Digel ku hejmara testan zêde dibe jî hejmara pêketîyan kêm dibe.”(ÎLKHA)