• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Edenê “Hevdîtinên Mewlûdê Yên Li Ser Medyayê” hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernayên Mewlûdê yên ku her sal bi beşdarbûna li gelek bajaran li qadan ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve dihatin tertîpkirin îsal ji ber Coronavîrusê hatin betalkirin û di navbera dîrokên 14-20ê Nîsanê de li ser Rehber TV û medyayên civakî bi bernameyên bi mijara “Hazretî Muhammedê Rêberê Malbata Mînak” “Hevdîtinên Mewlûdê Yên Li Ser Medyayê”  tên tertîpkirin.

Yek ji wan bernameyan doh li Edenê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi îlahîyên ku ji teref hunermendan ve hatin bilêvkirin berdewam kir.

Piştî  mewûd, îlahî û helbestên ku hatin xwendin re ji teref Mehmet Emreyê Nivîskar û Îlahîyatnasê ku Endamê Lijneya Mutewellî yê Weqfa Evîndarên Pêxember e ve axavtinek hat kirin.

 

“Însanetîya ku Pêxember ji xwe re mînak nestîne di nava tarîtîyê de ye”

Emre di axavtina xwe ya ku derheqê malbatê de kir de wisa got: “Halê wan kesên ku heta îro Hazretî Muhammed nekirine hisabê di holê de ye. Dema ku em li temamê cîhanê mêze dikin, em dîbin ku di warê siyaset, îqtîsad û edaletê de hilweşîn çêdibin. Ji ber ku di warê exlaq, civak û pêwendîyên civakî de Hz. Muhammed mînak nayê standin însanetî di nav tarîtîyê de ye ku ev yek dilê meriv diêşîne.”

“Ger însan ji xwe re Pêxember mînak standibana ew ê malbatên me bûbana şubeyek ji cennetê ne”

Emre di berdewama axavtina xwe de diyar kir divîyabû di sazîya malbatê de hizûr û ewlehî hakim bana; lê belê sazîyê malbatê dike ku hilweşê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yek ji wan cihên ku wêran dibe malbat e… Îslam hatine jin û mêran a ba hev ji harambûnê derxistiye; lê belê însanetî êdî guh nadin vê hatina ba hev a bi nîqahê û sazkirina malbatê. Însan êdî wan pêwendî û minasebetên xeyrî meşrû yên Xerbê tercî dikin.  Digel di heman malbatê de mezin dibin jî însanên ku qelb, qible û armancên wan ji hev cuda ne mezin dbin.Ger însan ji xwe re Pêxember mînak standibana ew ê malbatên me bûbana şubeyek ji cennetê ne.”

“Xortên ku ji taqwa û mûttaqîbûnê dûr in mezin dibin”

Emre di dawîya axavtina xwe de diyar kir “ Hz. Pêxember hewl dida zarokên xwe ji bo axretê perwerde bike. Lê mixabin dê û bavên roja me zarokên xwe mezin dikin da ku di nav konforê de bijîn, dewlemend bibin û bibin xwedîyê jiyaneke baş. Di encama vê yekê de xortên ku ji taqwa, mûttaqîbûnê dûr in mezin dibin. Di malan de nexweşî û pevçûn rû didin. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin û vê pirsê ji xwe bikin: Ev civak di warê malbatê de ji xwe re kî mînak distîne?”

Bernameya mewlûdê bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir