Li Nîjeryayê 18 kesên ku qedexeya derketina derve îhlal kirin hatin kuştin
Li Nîjeryaya ku lê ji ber Coronavîrusê 12 kes canê xwe ji dest dan 18 kesên ku guh nedan qedexeya derketina derve û qedexê îhlal kirin hatin kuştin.
Di daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Mafên Însanan a Neteweyî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji 36 parêzgehan li 24 welatan ji teref hêzên ewlehîyê ve 105 îhlal hatin kirin û 18 kes bi hinceta ku guh nedan qedexeya derketina derve û qedexê îhlal kirin hatin kuştin.(ÎLKHA)