32 kesên ku ji Iraqê hatin anîn li Kayserîyê hatin xistin karantînayê
32 kesên ku ji Iraqê hatin anîn dê di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de di Yurdên KYKyê yên li Kayserîyê de hatin bicîkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 271 kesên ku li Iraqê dixebitîn bi balafira THYê hatin anîn Kayserîyê. Di encama kontrolên ku hatin kirin de 32 kes di yurdên KYKyê yên li Talasa navçeya Kayserîyê hatin binçavkirin û hatin xistin karantînayê.
Ew ê karantîna 14 rojan berdewam bike.(ÎLKHA)