• DOLAR 34.155
  • EURO 38.196
  • ALTIN 2876.296
  • ...
Di 24 seatên dawî de 4 hezar û 931 kesên din li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amerîkaya ku Coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan dide her ku diçe hejmara mirî û pêketîyan zêdetir dibe.

Li gorî daneyên ku li ser malpera înternetê ya bi navê Worldometerê hatin belavkirin, li tevahîya cîhanê heta îro ji ber Coronavîrusê 141hezar û 454 kes mirin û 2 milyon û 127  hezar û 873 kes jî pêketin.

Ji ber Coronavîrusê mirinên herî zêde li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de 4 hezar û 931 kesên din li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 33 hezar û 633 kesan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir