Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 115 kesên din jî canê xwe ji dest dan
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de bi mirina 115 kesên din hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket hezar û 518 kesan.
Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Wezîrên Tenduristîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 115 kesên din ji ber Coronavîrusê mirin û dû re wiha got: “Di encama testên ku hatin kirin de bi 4 hezar û 281 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 69 hezar û 392yan. Heta niha 5 hezar û 674 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.”
Vaka sayısındaki artış hızı, yoğun bakım ve solunum desteği ihtiyacı olan hastaların sayısındaki artış hızı sabit kalma eğiliminde. 875’i son 24 saatte olmak üzere 5.674 hastamız taburcu edildi. İki gücümüz var: Tedbir, tedavi. Gücümüzü kullanalım.https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/IVrPbk8n2f