Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket nêzî 2 milyonan
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê milyonek û 999 hezar û 42 kes bi vîrusê ketin û 126 hezar kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên Îtalya û hejmara kesên ku pêkertine jî herî zêde li Amerîkayê ye.(ÎLKHA)