• DOLAR 34.663
  • EURO 36.344
  • ALTIN 2936.03
  • ...
Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 98 kesên din can dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4683an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 74 hezar û 877an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  98 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4683an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket li ser 73 hezaran û 877an.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir