Li Hollandayê 122 kesên din jî ji Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 2945yan
Li welêt hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 945 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 27 hezar û 419 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Wezareta Tenduristîyê ya Hollandayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de 122 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 945 kesan.
Hat ragihandin hejmara kesên pêketî jî derket 27 hezar û 419 kesan.(ÎLKHA)