Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 850 hezarî
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê zêdetirî milyonek û 850 hezar kes bi vîrusê ketin û 114 hezar û 632 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên Îtalya û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.
Hejmara kesên ku bi Coroanvîrusê ketibûn û baş bûn li tevahîya cîhanê derket 431 hezar û 53 kesan.(ÎLKHA)