Li Fransayê ji ber Coronavîrusê 987 kesên din jî canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 987 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 13 hezar û 197 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 124 hezar û 869 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 987 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 13 hezar û 197 kesan.(ÎLKHA)