Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve ji ber vîrusê heta 6ê Nîsanê hat dirêjkirin
Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê destnîşan kir qedexeya derketina derve ji ber coronavîrusê heta 16ê Nîsanê hat dirêjkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin ji bo pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin qedexeya derketina derve ya ku berî niha hatibû îlankirin bi qerara ku nû hat dayîn heta 16ê Nîsanê hat dirêjkirin.
Li gorî daxuyanîyê qerara ku hatiye dayîn ji bilî hinek îstîsnayan qedexe dê li temamê bajêran derbasdar be û kesên ku li gorî qedexê hereket nekin dê bên cezakirin.
Ji 14ê Adarê vir ve li Herêma Kurdistanê ji ber Coronavîrusê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.(ÎLKHA)