Wezîrê Karên Hundir: 138 hezar welatîyên me di karantînayê de ne
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê geşedanên dawî yên derheqê karantînaya ku ji ber şobê tê sepandin de bi raya giştî re parve kir.
Soylu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Me li 52 bajaran 180 qadê xist karantînayê. Qerara karantînayê bi biryara lijneya hifzisihha ya bajêr tê dayîn. Bi tevahî 138 hezar welatîyên me di karantînayê de ne.”(ÎLKHA)