Li Îtalyayê di rojekê de 604 kes mirin
Ji ber Covid-19a ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Îtalyayê di rojekê de 604 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 17 hezar û 127 kesan.
Li Îtalyayê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket 135 hezar û 586 kesan.
Her îro li temamê cîhanê zêdetirî 70 hezar kes ji ber şobê mirin zêdetirî milyonekî kes jî pê ketin.(ÎLKHA)