Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 347 hezarî
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê milyonek û 347 hezar kes bi vîrusê ketin û 74 hezar û 809 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên Îtalya û hejmara kesên ku pêkertine jî herî zêde li Amerîkayê ye.(ÎLKHA)