Li Îtalyayê di rojekê de 636 kes mirin û hejmara mirîyan derket 16 hezar û 523yan
Ji ber Covid-19a ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Îtalyayê di rojekê de 636 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 16 hezar û 523yan.
Li Îtalyayê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 125 hezaran.
Heta îro li temamê cîhanê zêdetirî 50 hezar kes ji ber şobê mirin zêdetirî milyonekî kes jî pê ketin.(ÎLKHA)