Wezîr Koca: Hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 649an
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 75 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 649 kesan.
Koca di daxuyanîya xwe ya li ser medyaya civakî de wisa got “Ew ê di demeke nêz de hejmara testên me rojane derkeve 30 hezarî. Hejmara wan nexweşên me yên ku baş dibin zêde dibe. Li gorî testên ku zêde tên kirin hejmara kesên pêketî ew qas ne zêde ne.(ÎLKHA)