Li KKTCê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 91 kesan
Alî Pîllîyê Wezîrê Tenduristîyê yê KKTCê destnîşan kir, hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 91 kesan ku yek ji wan zarokekî 7 salî ye.
Pîllî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji 283 testên ku îro hatin kirin 3 test pozîtîf derketin û hejmara kesên pêketî derket 91 kesan û heta niha 7 nexweş baş bûn.(ÎLKHA)