• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Hat îddîakirin îhmala DEDAŞê bû sedema mirina zilamê îxtîyar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Abid Bozê 70 salî li Hedreşa gundê Dêrika Mêrdînê ji bo heywanên xwe biçêrîne çû herêma 200 metro ji gund dûr bû. Abidê ku di hewa bi baran de têlên ceyranê nedît bi ceyranê ve ma û canê xwe ji dest dan.

Mihemed Bozê birayê Abidî derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re destnîşan kir, kekê wî ji ber îhmala DEDAŞê canê xwe ji dest daye.

Boz di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Me berî niha xeber dabû wan, lê belê ew ji bo dîreka ku ew bû 2 sal şikestîye nehatin û dîrekeke sexlam di şûna wê de nedanîn. Ji ber ku dîrek şikestîya bû û mesafeke zêde ketibû navbera dîrekan, têl xwe bi xwarê de berdabûn. Kekê min î ku çûbû ber heywanan bi şiklekî têlan nabîne û bi ceyranê ve dimîne. Me berî vê 2 salan DEDAŞê di vî warî de hişyar kir. Ji me re gotin ji ber vê yekê problem dernayê. Berî wefata kekê min bizina gundîyekî me bi ceyranê ve ma û telef bû. Me li wan gerîya da ku ceyranê qut bikin, lê belê serê xwe bi me neêşandine.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir