THYê 14 seferên xwe yên nava welêt da sekinandin
Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de THYê 14 seferên xwe yên nava welêt da sekinandin.
Qerar piştî qedexekirina têketin û derketina 30 bajarên mezin hat îlankirin re hat dayîn.
Derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji ber ku heta 15 rojan ji ber Coronavîrusê têketin û derketina 30 bajarên mezin hat qedexekirin seferên me yên ku li 14 bajarên welêt dihatin kirin heta 20ê Nîsanê hatin sekinandin.(ÎLKHA)