Li Îtalyayê di rojekê de 766 kes mirin
Ji ber Covid-19a ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Îtalyayê di rojekê de 766 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 14 hezar û 681 kesan.
Li Îtalyayê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket 119 hezar û 827 kesan.
Her îro li temamê cîhanê zêdetirî 50 hezar kes ji ber şobê mirin zêdetirî milyonekî kes jî pê ketin.(ÎLKHA)