Enstîtuya Robert Koch: Li Almanyayê heta niha 67 hezar û 366 kes bi Coronavîrusê ketin
Li Almanyayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 149 kesên din mirin.
Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Enstîtuya Robert Kochê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li Almanyayê heta niha 67 hezar û 366 kes bi Coronavîrusê ketin û bi van mirinên dawî yên îro hejmara mirîyan ên ji ber Coronavîrusê derket 732 kesan.(ÎLKHA)