Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê mirin 3 hezaran derbas bû
Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 657 kes mirin û hejmara mirîyan derket 3 hezar û 170 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye 164 hezar û 610 kesan.
Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)