Li Belçîkayê qîzika 12 salî ji ber Covid-19 canê xwe ji dest da
Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Belçîkayê bû sedema mirina qîzika 12 salî.
Berî niha êjî li Fransayê qîzeke 16 salî û li Amerîkayê jî pitikek ji ber Coroanvîrusê canê xwe ji dest dabûn.
Virolog Prof. Dr. Steven Van Guchtê ku rayedarê Enstîtuya Tenduristîya Gel a Neteweyî ya Belçîkayê ye derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Van Gucht di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li Belçîkayê qîzika 12 salî ji ber Covid-19 canê xwe ji dest da.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 192 kesên din ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 705 kesan. Bi zêdetirî 13 hezar kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)