Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 859 hezaran
Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê zêdetirî 859 hezar kes bi vîrusê ketin û 42 hezar û 375 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên Îtalya û hejmara kesên ku pêkertine jî herî zêde li Amerîkayê ye.(ÎLKHA)