Li Îspanyayê zêdetirî 12 hezar personelên tenduristîyê bi Coronavîrusê ketin
Li Îspanyayê heta niha bi 85 hezar û 195 kesan re Coronavîrusê ketin ku ji van zêdetirî 12 hezaran personelên tenduristîyê ne.
Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê li Ewrûpayê bênavber belav dibe û dibe sedema mirinan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îspanyayê heta niha bi 85 hezar û 195 kesan re Coronavîrusê ketin ku ji van zêdetirî 12 hezaran personelên tenduristîyê ne.
Heta niha ji ber vîrusê li Îspanyayê 7 hezar û 340 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)